Baregeha Radyo ya Dengê Kurdistan Îraqê li devera Balekayetîyê dibe şûnwar

Komek xortên xwebexiş li jêr nave rêkxistîya nevîyên Îlonê li qezaya Çoman, xwebexşane desthatine nûvekirina şûnwarên Şorişa Îlonê. Yek ji karên wan jî nûvekirina şikefta Serdêmane ye ku li sala 1965 heya sala 1966 beregeha Êzgeha Dengê Kurdistanê Îraqê bûye.

K24- Hewlêr

54 sal berî niha, Heme Mengûrr karemendeke biçûk û xwebexşê Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê bûye. Hina temenê wî mezin bûye û behsa bîrwerîyên wê serdemê  dike. Rola Radyo ya Dengê Kurdistana Îraqê bow ê serdema şorişê bi giringî vedigêre, ka çawa di dema şer de wê radyoyê coş û xiroş dida Pêşmerege.

Li 11yê Îlonê, sala 1961 bi raberînîya Mistefa, şorişa Îlonê serhilda û li ser biryara û rasparteyên raberê şorişê, devera Balekayetî bûye navenda serkirdatîya şorişê. Lew ew dever bûye cihê bîrewerî û şûnwarên şorişa Îlonê. Heya niha jî beregehên wê demê ya Mistefa Barzanî, Mekteba Sîyasî, nexweşxaneya şorişê, Mekteba Serbazî û gelek şûnwarên dine ên şorişê mane.