PDK li Silêmanîyê: Berpirsyartîtya paraztina canên endamên me di stûya hêzên ewlekarîyê de ye

Eta Şêx Hesen, gotebêjê Civata Sekirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û Helebce ragehand: Paraztina baregeh û canên berpirs û kadirên PDKyê li Silêmanîyê di stûyê hêzên ewlekarîyê de ye.

K24- Silêmanî

Eta Şêx Hesen, gotebêjê Civata Sekirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û Helebce ragehand: Paraztina baregeh û canên berpirs û kadirên PDKyê li Silêmanîyê di stûyê hêzên ewlekarîyê de ye.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Eta Şêx Hesen, gotebêjê serkirdatîya PDKyê li Silêmanî û Helebce ragehand: Direngê şeva buhirî , çend çekdarên nenasyayî teqe li baregeha Liqa Çar a PDKyê kirin li Silêmanîyê.

Got jî: Teqeyan ti zîyan nebûne û hêzên ewlekarîyê li Silêmanîyê bi berpirs dizanîn li paraztina canên endam me û paraztina baregehên me.

Tekez jî kir: Wek serkirdatîya PDKyê hemû rêkarên yasayî beramber bi bûyerê dixîn pêşîya xwe.

Her di evê çarçoveyê de, Eta Şêx Hesen, bi rêya tora civakî ya Feysbûkê belav kirîye, ku desteke reş teqe li baregeha sipî ya Liqa Çara PDKyê kir. Berpirsyartîya paraztina baregeh û paraztina canên berpirs û kadirên PDKyê dikeve stûyê hêzên ewlekarîyê li Silêmanîyê û komîteya ewlekarîya bajêrê Silêmanîyê.

Herweha nivîsîye: Parztina aştî ya Civakî û sîyasî erkê exlaqîyê parêzgar û  qaymeqamîyet û hêzên paraztina tenahîyê ye li Silêmanîyê.