Nerîna Enqere li ser encamên konferansa Berlînê

Karvedanên encamên Lûtkeya Aştîya Lîbyayê ya li Berlînê didomin. Proseya konferansê û encamên wê ji alîyê pisporên Tirkîyeyê ve tê nirxandin.

K24- Enqere

Karvedanên encamên Lûtkeya Aştîya Lîbyayê ya li Berlînê didomin. Proseya konferansê û encamên wê ji alîyê pisporên Tirkîyeyê ve tê nirxandin. Li gorî beşekî pisporan ji berk u di konferansa Berlînê da şandina leşkerên Tirk bo Lîbyayê û rêkeftinên hikûmeta Tirkîye û hikûmeta Serrac nehatîye rojevê û nebûye cihê nîqaşan ev yek serkeftina Tirkîyeyê ye. Lê eblê beşekî pispor jî didin zanîn Tirkîye him li Moskowê û him jî li Berlînê serkeftinekê bidest nexistîye û berevajê wê alîyê Hefter zêdetir rewa kirîye.

Karvedanên Lûtkeya Aştîya Lîbyayê ku bi amadebûna serokdewlet û nûnerên 12 welatan û 5 sazîyên navdewletî li Berlînê di 19ê Çileyê da birêve çû didomin. Proseya konferansê û encamên wê li Tirkîyeya ku li gel hikûmeta Serrac rêkeftinekê îmze kiribû û bo perwerdehî û koordinasyona artêşa hikûmeta Navendî ya Lîbyayê komekê serbazên xwe jî şandibû ji nêz tê şopandin.

Di vê konferansê da her çiqas encamnameyekê 55 xalî hatibe ragihandin jî agirbestekê daimî pêk nehat. Lê belê li gorî hin pisporan ev lûtke di navbera alîyên Lîbyayê da ji bo destpêkirina proseya aştî û dîyaloga girîng e û Tirkîye jî yek ji aktorên vê proseyê ye.

Mîthat Işik-Pisporê SDEyê, got:"Encamekê teqez jê derneketibe jî civînên wiha navdewletî pir girîng in û bibandor in. Piştgirîya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê ji bo çareserîyê cihê hêvîyê ne. Bandora Tirkîyeyê li ser Lîbyayê zêde ye û ez bawer im ku ji vir şunda jî wê Tirkîye him li ser masê û him jî li qadê bandora xwe bidomîne.

Lê belê beşekî pispor jî didin zanîn ku Tirkîye ne li Moskowê û ne jî li Berlînê tu destkeftîyekê dîplomatîk bidest nexistîye û bereksê vê di vê proseyê da alîyê Hefter zêdetir bûye aktorekî rewa û naskirî.

Prof.Dr.Îlhan Uzgel –Akademîsyen, dibêje:"Tirkîye di mijara Lîbyayê da hinekê ketîye tengasîyê. Lewra rewşa li qadê li gorî dilê wê nîne. Her wiha Tirkîye bi hêza xwe ya leşkerî jî nikare li qadê guhertinên bibandor pêk bîne. Ji loma jî niha Enqere zêdetir berê xwe daye dîplomasîyê. Tirkîye dixwast ku agirbest pêk were û hikûmeta Serrac bihêz bibe. Lê belê ev yek pêk nehat."

Li alîyê din mixalefeta Tirkîyeyê piştgirî nedabû tezkereya bo şandina serbazên Tirk û di politikaya Lîbyayê da hikûmeta Tirkîyeyê bi destwerdana alîyekê şerê navxweyî tometbar kiribûn.