Çavuşoglu: Kes nikare serbazên me dorpêç bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu radigihîne: Li Îdlibê xalên çavderiyê û leşkerên wan nehatine dorpêçkirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu radigihîne: Li Îdlibê xalên çavderiyê û leşkerên wan nehatine dorpêçkirin.

Çavuşoglu li Lûbnanê axifî û di derbarê rewşa leşkerên Tirkiyeyê yên li Îdlibê de dibêje  ti kes nikare leşkerên wan dorpêç bike. Li Îdlibê xalên çavderiyê û leşkerên wan nehatine dorpêçkirin. Çavuşoglu ji bo penaberên Suriyeyê vegerin welatê xwe û pirsên wan were çareserkirin pêşniyara forûmeke hevbeş li welatên wekî Lûbnan, Iraq û Ûrdinê kir.

Xalên çavderiyên Tirkiyeyê li Îdlibê nehatine dorpêçkirin. Ti kes nikare hêzên me dorpêç bike. Belê li Îdlibê şer heye. Li derûdora xalên çavderiyê hin liv û tevgerên rejîmê hene. Em vê meseleyê digel Rusya û Îranê diaxifin. Armanca me çareseriya siyasî ye. Divê em şerî dawî bikin û ji bo aşitiyek mayînde hişê xwe bidin çareseriya siyasî.

 

 

C.B