Tirkiye lêkolînê dike derbarê derkirina Emerîkîyan ji bingeha Ençerlîk
K24- Hewlêr
Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê derve yê Tirkiya ragehand: Tirkiya bo kirrîna cêgirê firokeya F-35 bi rûya hemû alîyan re û bi Rûsiya re jî vekirî ye.
Wezîrê derve yê Tirkiyê, gotîye: Rûsiya be yan her welatek dî be, Tirkiye bi rûyê wan re vekirîye daku cêgir û eltenatîva firokeyên şervanên F-35 ji wê bikirre.
Derbarê sepandina sizayan bi ser Tirkiyê re bi sedema kirrîna S-400 a Rûsî, wezîrê derveyê Tirkiyê dibêje: Heke Emerîka pêngavên şaş beranber tirkiyê bihavêje, Enqere jî bersiva Waşintunê dide.
Herweha got: Heke Emerîkayê siza bi ser Tirkiyê re sepandin, wê demê dê lêkolînê bikîn derbarê hebûna Emerîkîyan li bingeha Ençerlîk û Korcîk.
Herweha got: Li wan deverên Suriya ku hêzên Tirkiyê têdene, hêz û bingehên serbazîyên Emerîkayê têde nîne û Waşitun tim pêşnîyazên me red dike. Heke sizayan jî bi ser Tirkiyê re bisepîne, me jî dê karvedan hebe.