Nêçîrvan Barzanî: Divê guhartina destûrê di rewşeke aram de bê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigihîne, Herêma Kurdistanê dixwaze di vê rewşê de yekhelwest be, herwiha divê guhartina destûrê di rewşeke aram de bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigihîne, Herêma Kurdistanê dixwaze di vê rewşê de yekhelwest be, herwiha divê guhartina destûrê di rewşeke aram de bê kirin.

Piştî bidawîbûna civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî naveroka civînê ji rojnamevanan re aşkere kir.

Nêçîrvan Barzanî got: Me civîneke girîng bi amadebûna Serokomarê Iraqê, Serokwezîrê û Seroka Parleman û hêzên siyasî yên Herêma Kuridstanê kir, bo çawaniya serederiyê bi rewşa Iraqê re bikin. Em hemû hevnerîn bûn, ku piştevaniyê li xwepêşanderan bikin, bo dabînkirina xizmetguzariya baş û rûbirûbûna gendeliyê.

Herwiha got: Herêma Kurdistanê dixwaze di vê rewşê de yekhelwest be, bo bikar in alîkariya Iraqê û welatiyên Iraqê bikin, bo ji wê êşê û azarê derkevin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî, piştevaniyê li hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Iraqê dikin û ew hêvîdar in ku di zûtirîn dem de çaksazî bê bicihkirin.

Nêcîrvan Barzanî got: Pirsa destûrê û rola aliyan di nivîsîna destûrê de di civînê de hat behskirin û tekezî li wê hate kirin, piştevaniyê li pêngavên başkirina rewşa Iraqê bikin, lê em hemû di wê baweriyê de ne, ku guhartina destûrê divê di rewşeke aramtir de bê kirin. Her çi di berjewendiyên tevahiya gelên Iraqê de be, Herêma Kurdistanê jî piştevaniyê lê dike.

Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsa rojnamevanan da û got, Hikûmeta Herêmê komîteyek bo pirsa destûrê bi serokatiya Wezîrê Dadê û firaksiyonên Parlemanê pêk aniye û Serokomarê Iraqê jî tê de beşdar dibe. Tiştê li Iraqê rû dide, bandora wê li me jî dibe. Em piştevaniyê li her çaksaziyekê ku li Iraqê bê kirin, dikin.

Tekez kir jî, pirsgirêkên Iraqê ne girêdayî kabîneya nû ya hikûmetê ye, belkû pirsgirêkên Iraqê ji zû ve hene.

Serokê Herêma Kurdistanê got: We hemûyan dilniya dikim, ti pirsgirêkeke mezin di navbera aliyên siyasî û bi taybetî di navbera PDK û YNKê de nîn in. Tiştê heye, bi diyalogê çareser dibe.

Amaje bê jî da: Metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye, bi taybet metirsiyên DAIŞê, mercê parastina Kurdistanê jî, yekdengî û yekhelwestî ye.

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ragihand: Tirkiye cîrana me ye û ti guhartin di pêwendiyan de nebûye.

Derbarê hilbijartinên pêşwext de, Serokê Herêma Kurdistanê got: Pirsgirêka me bi hilbijartinan re nîn e, heger hilbijartin bê kirin jî, her ev siyasetmedarên niha hene, têne hilbijartin. Çareseriya pirsgirêkan bi rûniştina aliyên siyasî dibe.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê da: Bawer nakim kesek li Iraqê bixwaze destkeftên Herêma Kurdistanê kêm bike, ji ber ku heger armanca guhartina destûrê bihêzkirina Iraqê be, binpêkirina mafên Kurd, dê bandore li ser wê bihêziyê bike.

Da zanîn jî: Hin caran partiyên siyasî li dijî Herêma Kurdistanê xelkê derdixin kolanan, lê îro ew tişt nemaye û xelk daxwaza xizmetguzariyê, kereba û avê dikin.

 

 

S. B