Mizrakli û Turk besiva Erdogan dan

Serokên Şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê yên ku ji kar hatine dûrxistin ragihandin, wan di xebata xwe de bi yek qurişî xeletî nekirine û Serokomar bêbextiyê li wan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokên Şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê yên ku ji kar hatine dûrxistin ragihandin, wan di xebata xwe de bi yek qurişî xeletî nekirine û Serokomar bêbextiyê li wan dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêr gotibû: “Jikardûrxistina hin şaredaran û danîna wekîlan li şûna wan, di çarçoveya têkoşîna berfireh ya li dijî terorê de hatiye kirin. Pereyên bi baca milet hatine komkirin, wan şandine Qendîlê.”

Serokê Şaredariya Diyarbekirê Ednan Selçuk Mizrakli bersiva daxuyaniyên Erdogan da û got, Serokomar bêbextiyê li wan dike û rast nabêje. Wezareta Navxweyî hemû kar û xebatên wan şopandiye, lê tiştek nedîtine. Ji xwe eger dîtibana, dê bidin dadgehê.

Mizrakli dibêje, her kar û xebata wan encam daye, di kompiyotera  Wezîrê Navxweyî de jî diyar dibe. Lê Serokomar li hemberî gelê Kurd gunehê dike, di hemû olan de jî, bêbextî yek ji gunehên sereke ye.

Got jî: Bila Serokomar bizane, wan 73 milyon Lîre deynê Qeyumên wî yên berê jî, dane.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk jî ragihand, gotinên Serokomar ji rastiyan dûr in, wan encax di van çend heyvan de deynên qeyumên wî dane.

Ehmed Turk got, bêbextîye li wan dikin, şahidên derew amade kirine, lê çi jê derneket, lê li dawiyê şaredarî bê dadgeh desteser kirin.

 

S. B