Topxaneyên Tirkiyê, Qamişlo û Serê Kanîyê burdûman dike
K24- Hewlêr
Nûçegihan a Kuristan 24, li bajarê Qamişlo ragehan: Hêzên Supayê Tirkiyê û girûpên milîşîyayên çekdarên opizisyonê çend tax û gundên Qamişlo burdûman û Serê Kanîyê burdûman kirin.
Got jî: Topxaneyên supayê taxa Qenata Siwês li Qamişlo burdûman kir û hevwelatîyek ji encama wê topbaranê bi dijwarî birîndar bû.
Derbarê guhertinên şer li Serê Kanîyê jî, aşkera kir ku şereke dijwar li wî bajêrî berdewame û hejmareke mezin ji hevwelatîyan bûyîne qurbanî, lê bi egera na aramîya rewşê zanîyarî bi temamî derbarê hejmara kuştî û birîndaran nahêt zanîn.
Got jî: Herçende rewşa Qamişlo aram bûye, lê bi sedema kêmî ya hejmara pizîşkan û biçûkîya nexweşxaneyê nekarin wek pêwîst pêşwazîyê li birîndaran bikin.