PYD: Heya niha hikumet wek alîyeke Suriyê li me nanere

Li bajarê Qamişlo, li Rojavaya Kurdistanê dîdarek hat encamdan di navebera partîyên di nav Rêveberîya Xweser de û partîyên opizisyon ên nêzîk ji hikumeta Suriyê. Ew partîyên nêzîk ji hikumeta Suriyê radigehînin ku ew dixwazin piroje ya Rêveberîya xweser bo hikumetê zelal û şirove bikin. Patrtî ya Yekêtîya Demokrat (PYD)radigehîne, heya niha hikumeta Suriye wek alîyeke Surî li wan nanere.

K24- Qmişlo

Salih Muslim, berpirsê peywendîyên derve yê PYDyê bi Kurdistan24 ragehand: Pêwîste rijêma Suriya Îtrafê b I wê yekê bike ku me jî wek wan Sûriya paraztîye; lê ew weha li me temaşa nakin, belkû dibêjên hun kirêgirtîyên Emerîkayê ne. Ev ne raste. Em xwedî vîyan û nerînên xwe ne. Em bo tevaya gelên Suriyê xebatê dikîn û armanca me Suriyayek demokrate.