Bajarê Wanê pêvajoya referandûmê ji nêz ve dişopîne

Piştgiriyên bo Referanduma Serxwebuna Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê didomin. Li Bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê saziyên sivîl siyasetmedar piştgiriya xwe bi lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê anîn ziman.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Piştgiriyên bo Referanduma Serxwebuna Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê didomin. Li Bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê saziyên sivîl siyasetmedar piştgiriya xwe bi lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê anîn ziman.

Li Bakurê Kurdistanê, li Herêma Serhedê bajarê Wanê wek navendeke girîng tê dîtin. Liv a navendê jî yek ji rojevên germ Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku ev mijar di rojeva saziyên sivîl û siyasetmedaran de cihê xwe girtiye. Serokê Partiya Azadiya Kurdistan ê Wanê Fahrettîn Tutuncu dibêje wan hemû xebatên xwe yên partiye dane rawestandin û mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê kirina rojeva sereke.

Fahrettîn Tutuncu ji K24ê re wiha jî axivî: "Pêwîst e ku hemû rêxistin, partî û hêzên kurdan di pêvajoya referandûmê de kar û xebatên xwe deynin aliyekî û ji bo pêvajoya referandûmê xebatên xwe bikin."

Saziyên sivîl ên Bajarê Wanê jî piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dikin ku Baroya Wanê div ê mijarê de gava referandûmê wekî gaveke rast dibine.

Serokê Baroya Wanê Mûrad Tîmur tîne ziman ku referandûmmafê rewa û xwezayî ye û dibêje: "Dema em ji aliye hiquqî ve li mijarê dinerin krîtera self determîsansyonê heye ku mafê her milletî heye biryara çarenûsa xwe bide û ji ber vê yeke jî referandum û xwestina dewleteke serbixwe rast e."

Saziyên sivîl û siyasetmedarên Wanê bang li hemû aliyên kurdan dikin k udi pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de însiyatîfê bistînin û di sînerjiyeke netewî derxin holê.