Çekdaran mamosteyeke Efrînê û 6 welatî revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê 6 welatiyên Kurd direvînin û di nava wan de mamosteyeke jin heye û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê 7 welatiyên Kurd direvînin û di nava wan de mamosteyeke jin heye û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ji 10 rojan ve mamoste Nêroz Mehmûd a ji gundê Kurzêlê li ser rêbenda gundê Turindê revandine û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Wê rêxistinê belav kir jî, hêzeke hevbeş ji Polîsa Azad û leşkerên Tirk îro avêtin ser gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera û 5 welatî revandin.

Navên kesên revandî wiha ne: Yûsif Henîf, Luqman Fehmî Mihemed, Kerîm Elî Cuma, Ebdilhemîd Hemîd Hemzê, Ehmed Hesen Arif Riyad Elî Cume.

Li Efrînê, bi bihaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji malbatên wan, welatiyên sivîl bi awayekî rojane ji aliyê grûpên çekdar ve têne revandin, li gor amaran jî ta niha zêdetir ji hezar kesên revandî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

S. B