Li Dozxurmatu Pêşmergeyek hat tîrorkirin

Berê sipêdeya evro, Pêşmergeyekê baregeha liqa 22 Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dozxuramtû hat şehîdkirin.

K24- Germîyan

Berê sipêdeya evro, Pêşmergeyekê baregeha liqa 22 Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dozxuramtû hat şehîdkirin.

Derbarê vê yekê liqa 22 ya PDKyê peyamek belav kir.

Di peyamê de ku wêneyeka wê  bo Kurdistan24 hatîye şandin,hatîye: Gelek cihê daxê ye, evro 21/1/2020 demjimêr 5:30 berî sipêdeyê li bajarokê Dozxuramtû çend çekdarên nenas bi ser mala heval Salar Sabir Mehemed Pêşmergeyê baregeha liq a me dadan û bi neheq şehîd kirin.

 Herweha hatîye: em di demekê de pirseya serxweşîya xwe araste ya malbata şehîd û kesûkar û hevalên wî dikîn, hevdem bi tundî evê tawana na mirovane ya tîrorist şermezar dikîn û berpirsyartîya vedîtîna encamderên vê tawanê dixîn stûyê alîyên peywendîdar û dezagehên ewlekarîyê li vê deverê û daxwaz ji wan dikîn bi zûtirîn dem hewlên xwe bidin bo aşakerkirina wan destê tawankar daku bihên sizadan.