Erdogan: Ji bo çareseriya krîza Libyayê piştevaniya hewlên NY dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, Tirkiye ji destpêkê ve ji bo çareseriya krîza Libyayê piştevaniya hewlên Netewên Yekgirtî dike. Herî dawî bi hewlên wan jî agirbest hatiye ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, Tirkiye ji destpêkê ve ji bo çareseriya krîza Libyayê piştevaniya hewlên Netewên Yekgirtî dike. Herî dawî bi hewlên wan jî agirbest hatiye ragihandin

Serokomarê Tirkiyê beriya ku biçe Berlînê da xuyakirin, bi êrişên General Hefter li Lîbyayê çarsed hezar kes aware bûne û digel ewlekariya welatên cîran, ewlekariya Derya Naverast jî ketiye metirsiyê.

Da zanîn, ji ber aloziyan, DAIŞ û El Qaîde careke din li Lîbyayê bicîh dibin û got: Em pêvajoya Berlînê ji bo bicikirina agirbest û destpêkirina proseya çareserî girîng dibînin û hêvî dikin bo Lîbyayê aştî û aramiyê bîne.

Îro19ê Çile Konferansa Navdewletî ya taybet bi Lîbyayê li Berlînê birêve diçe, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ew ê di wê konferansê beşdar be. Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî diyar kir, ew ê beşdarî konferansê bibe.

Duhî Erdogan gotibû: Bila her kes bizane ku aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbaz dibe û heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Qaîde û DAIŞ dê ji nû ve li Lîbyayê xwe birêxistin bikin.

 

S. B