Bexda: Hêzên Amerîkî li Iraqê namînin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, ew hêzên Amerîka yên ji Sûriyê vedikişin Iraqê, li Iraqê namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, ew hêzên Amerîka yên ji Sûriyê vedikişin Iraqê, li Iraqê namînin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, pêwîst e bê ronîkirin ku hemû hêzên Amerîkî yên ji Sûriyê hatine Iraqê, pêştir razemendiya hikûmeta Bexdayê wergirtine, ji bo bêne Herêma Kurdistanê.

Da zanîn jî, ew hêzên têne Iraqê, dê ji bo derveyî Iraqê bêne veguhastin û ti razemendî bo mana wan hêzan nehatiye dayîn.

Li ser biryara Serokê Amerîka Donald Trump, piraniya hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tên vekişandin û berên xwe didin Herêma Kurdistanê.  

 

S. B