Perleman Kurdistanê mêdya ya elikitonî bi yasa rêk dixe

Perlemana Kurdistanê hewil dide piroje yasayekê amade bike bo rêkxistina mêdya ya elikitronî. Di çarçoveya wê pirojeyê de rêkarên bikaranîna mêdya ya Elikitronî û sizaya xirab bikaranîna wê tê dîyarkirin.

K24- Hewlêr

 Perlemana Kurdistanê hewil dide piroje yasayekê amade bike bo rêkxistina mêdya ya elikitronî. Di çarçoveya wê pirojeyê de rêkarên bikaranîna mêdya ya Elikitronî û sizaya xirab bikaranîna wê tê dîyarkirin.

Li gor dîtina Sîrwan ku welatîyekê bajarê Hewlêrê ye, mêdya ya elikitronî welatîyên Herêma Kurdistanê ber bi serşêwanê dibe û rastîya bûyeran dişêwîne. Herweha amaje bi wê yekê jî dike, hinek mêdya yên elikitonî, mîna malper û peycan pirsgirêk in bo asayîşa neteweyî û berpirsyarane reftarê nakin.

Ji alîyê xwe ve jî, Sendîkaya  rojnamevanan ne geşbîne bi amadekirina pirojeyeka weha. Azad Hemedemîn, neqîbê Sendîkayê dibêje: Mêdya ya elikitronî ji wê yekê berfirehtire ku bişên bi yasayeke perlemanê bihê rêkxistin. Li gor yasa ya rojnamevanîyê li Herêma Kurdistanê, karkirin li ser evê mijarê rasterast peywendî bi Sendîka ya Rojnamevanan heye.

Li sala 2018yê, bi biryareke Civata Şûra ya Herêma Kurdistanê, Sendîkaya Rojnamevanan hat raspartin daku kar bike li ser mêdyaya elikitronî, niha jî sendîka mijûlî komkirina data û zaniyarîyane li ser tevaya wan mêdyayên ku bi eliktironî kar dikin.