Emerîkayê siza bi ser hejmareke berpirsên Îraqî re sepand
K24- Hewlêr
Li gor ku Cîgirê Serokê Amerîka ragehandiye ku ew çar kes ser bi Îranê ve ne, û navên wan jî ev in: Newfel 'Agûb parêzgarê berê yê Neynewa, Ehmed Ebdula Cibûrî, û We'd Qedo û Reyan Kildanî ye ku destê wan di dosyên mafên mirovan û gendeliyê de heye.
Berya niha jî Amerîka çendên caran daxwaz ji desthilata Îraqê kirbû sînorekî ji milîsên ser bi Îranê ve deyne.