Li Rihayê 30 berpirs û endamên HDPyê hatin zindanîkirin

Li bajarê Rihayê 30 berpirs û endamên HDPyê hatin zindanîkirin.

K24- Hewlêr

Li bajarê Rihayê 30 berpirs û endamên HDPyê hatin zindanîkirin.

Di 9ê Çiriya Pêşînê de, roja destpêkirina operasyona dagirkirina rojhilata Firatê, li bajarê Rihayê operasyonên berfireh dijî endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rê ve çûbûn û 66 kes hatibûn desteserkirin. Dadgeha Rihayê jî bi tohmeta endambûnê di rêza PKKyê de biryara zindanîkirina 30 kesan da.