Bexda û Enqere rêkkevtin li ser derkirina Girîlayên PKKyê ji Îrqê

Hevpeymanî ya Fetih aşkera dike, Îraq û Turkîya rêkkevtine li ser derkirin a Gerîlayên PKKyê ji nav axa Îraqê (Herêma Kurdistanê).

K24- Hewlêr

Hevpeymanî ya Fetih aşkera dike, Îraq û Turkîya rêkkevtine li ser derkirin a Gerîlayên PKKyê ji nav axa Îraqê (Herêma Kurdistanê).

Fadil Fetlawî, perlemantarê Hevpeymanîya Fetih, ragehand: Îraqê daxwaz ji serkirdeyên asayîşî kirîye harîkarîya hikumeta Turkîyayê bike, jibona bidawîhatina dosêya hebûna Gerîlayên PKKyê di wî welatî de.

Got jî: Hikumeta Turkîyayê daxwaz ji Îraqê kirîye, Gerîlayên PKKyê ji welatê xwe drxînin û tekez jî kir ku hikumet a Îraqê divêt li gel welatên hevsû kar bike ji bo rêkxistina asayîşa sinûrîyên welatê xwe.

Fetlawî amaje bi wê yekê jî da, ku dema biryar a derxistna hêzên bîyanî di perlemanê de hat pesindkirin, wê demê hêzên Turkîyayê jî ji Îraqê dê derkevin.