Trump: John Kery civînên neyasayî bi dijminên me yên Îranî re lidar dixe

Pompeo: Rêjîma Îranê mezintir piştevana terorê ye li cîhanê û tiştê ku Kery bi wê rêjîmê re kiriye, ne di cihê xwe de ye û li dijî dîpomasiya Amerîkî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump rexneyên tund li Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kery kir û li ser Twitter a xwe nivîsiye: Kery civînên neyasayî bi rêjîma Îranî ya dijmin re lidar xistiye, ev yek wê li ser hesabê gelê Amerîka, karê me yê mezin têk bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Amerîka yê niha (Mike Pompeo) rexne li Kery kir û li ser Twitter a xwe nivîsandiye: Rêjîma Îranê mezintir piştevana terorê ye li cîhanê û tiştê ku Kery bi wê rêjîmê re kiriye, ne di cihê xwe de ye û li dijî dîpomasiya Amerîkî ye. Rêketina etomî bibin ket. Dev ji vê pirsê berde.

Li cihekî din jî, Pompeo li ser Twitter a xwe nivîsiye: Pilana karkirina hevbeş li gel Îranê, bizavên wî welatî ji bo çêkirina çekên etomî bidawî ne anî, berûvajî ku ji gelê Amerîka re dihat gotin.

Di beramber de, peyvdarê bi navê Kery ragihand, ku John Kery wek her wezîrekî derve yê Amerîka, pêwendiyên xwe li gel hevpostên xwe li tevahiya cîhanê berdewam dike.

N.O