Tevî despêşxeriyan Rêveberiya Xweser û ENKS negihiştine rêkeftinê

Tevî hemû destpêşxeriyên nêzîkatiyê, di navbeyna Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, lê heta niha tu guhertin çênebûn e û tu encam jî, ne dan e.

K24- Hewlêr

Tevî hemû destpêşxeriyên nêzîkatiyê, di navbeyna Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, lê heta niha tu guhertin çênebûn e û tu encam jî, ne dan e.

Di dema, ku serkirdeyên ENKSê daxwaz a serbestberdana girtiyên xwe dike, rayedarên Rêveberiyê dibêjin, tu girtiyên siyasî li cem wan tune ne.

Di dema dawiyê de gelek destpêşxerî û hewildanên avakirina nêzikatiyekê dinavbera herdû aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê têne kirin ,lê ta nuha Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê ENKSê û Rêveberiya Xweser negihiştina tu encamê.

Serkirdeyên ENKSê didin zanîn ku Rêveberiya Xweser bi awayekî cedî li van destpêşxeriyan na nere loma tu destpêşxerî encam nade, herwiha dibêjin bingeha avakirina nêzîkatiyê serbest berdana girtiyên siyasî ye û ta niha Rêveberî ev yek nekirî ye .

Tevî biryara Encumena zagonsaz bi vekirina ofîsên hemu partiyên siyasî yên ne muhletkirî li Rojava di 4 meha çile de ku di encama destpêşxeriya Kongirê Netewî Kurdistanî hatibû danîn , lê ta nuha ne hatine vekirin , herwiha mijara girtiyên siyasi yên ENKSê di zindanên Rêveberiya Xweser de ne hatiye gengeşekirin .

Serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê tekez dikin ku tu girtiyên siyasî tune ne û hemu kesên girtî bi tewanên cînaî yên cuda hatine girtin .

Bi pêşveçuna kirîza sûriyê ber bi dîtina çareseriyeke siyasî ve, hewldanên nêzîkirina herdu aliyên siyasî yên sereke têne kirin , di dawiyê de jî destpêşxeriyeke ferensî çêbû , lê ta niha tu encamên wê li ser zemînê ne hatine dîtin û her alî aliyê dî tewan bar dike bi çekirina nakûkiyan .