Emerîka derbarê cihgîrkirina hêzên xwe li Îraqê ruhinkirinekê dide

Mark Êsper, wezîrê berevanî ya Emerîkayê ragehand, ew hêzên welatê wî yên ji Suriyê vekişane, bi awayeke demkî li Îraqê dibin û dûv re jî dê vegerin welat.

K24- Hewêr

Mark Êsper, wezîrê berevanî ya Emerîkayê ragehand, ew hêzên welatê wî yên ji Suriyê vekişane, bi awayeke demkî li Îraqê dibin û dûv re jî dê vegerin welat.

Amaje bi wê yekê jî kir,  li gel hevtayê xwe yê Îraqê jî, gotûbêjan dike derbarê hûrkarîyê vemana hêzên wan li Îraqê.

Ev axivtinên wezîrê berevanîya Emerîkayê di demekê de ye ku evro bi seredanekê gihaye Bexda û biryare li gel wezîrê berevanîya Îraqê û berpirsên bilindên Îraqê bicive.

Roja 21/10/2019 karwaneke serbazîya hêzên Emerîkayê ku ji rojavaya Kurdistanê hatibûn vekişandin, gihane Herêma Kurdistanê  û wezîrê berevanîya Emerîkayê jî ragehandibû, ew hêz li rojavaya parêzgeha Enbarê li Îraqê dihên akincîkirin.