AK Partî projeyasa ya azadiya ramanî tîne Parlementoyê

Ligor rikber û pisporan, berî niha gelek caran berpirsên AK Partî diyar dikirin, ku Tirkiye azadtirîn welatê cîhanê ye…

K24 – Navenda Nûçeyan

AK Partî dibêje, ew dê bi yasaya nû derbarê azadiya derbirîna hizrê de gavên girîng bavêjin.

Cîgirê Serokê Koma AK Partî li Parlamentoya Tirkiyê Cahît Ozkan da xuyakirin, projeyasaya nû dê di nav hefteyekê de bîn in rojeva Parlamentoyê û pêşbînî dikin ku,  beriya 15'ê Tîrmehê were pejirandin.

Ozkan da xuyakirin, derbarê azadiya hizr û raman û mafên mirovan de sererastkirinên cîddî di projeyasayê de hene û êdî nivîs û xêz û helwestên rojnamevan û zanist û welatiyan nabin mijarên dadgehan.

Ligor rikber û pisporan, berî niha gelek caran berpirsên AK Partî diyar dikirin, ku Tirkiye azadtirîn welatê cîhanê ye… Niha bi vê projeyasayê bi xwe eşkere dikin, ku di rastiyê de ev gotin ne rast bûn e.

Ji aliyê xwe ve rêxistinên navneteweyî û Yekîtiya Ewrûpa jî rexneyên tund li azadiya ramanî, medya û hizrê de li Tirkiye kirin e.

 

 

C.B