Rûsya: 12 nimûneyên çekan li Sûriyê encam nedan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê radigihîne, welatê wî berhemanîna 12 nimûneyên çekan ên li Sûriyê bikar dihatin, piştî ku di operasyonên leşkerî de encamên têkçûyî dan, hatin rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê radigihîne, welatê wî berhemanîna 12 nimûneyên çekan ên li Sûriyê bikar dihatin, piştî ku di operasyonên leşkerî de encamên têkçûyî dan, hatin rawestandin.

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji rojnameyeke Rûsî re ragihand, li gor encamên leşkerî yên li Sûriyê hatine girtin, berhemanîna 12 nimûneyên çekan hatin rawestandin.

Amaje bi wê jî da, piştî ezmûnkirina çekan li Sûriyê û wergirtin û lêkolînkirina encaman, 300 nimûneyên çekan hatin nûjenkirin.

Di meha Tebaxa bûrî de, medyaya Rûsyayê ji jêderên Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê belav kirin, Rûsya 231 nimûneyên çekan di operasyonên li Sûriyê de bikar anîne.

Rûsya bo piştevanîkirina li rêjîma Beşar Esed ji 30 Îlona 2015an ve dest bi operasyonên leşkerî li dijî çekdarên opozîsyonê kiriye û li gor Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê wan 300 nimûneyên çekan li Sûriyê bikar anîne.

 

S. B