Bi bê rêkkevtin, perlemana Îraqê amade nîye ti biryarekê li ser parêzgeha Kerkûkê bide

Rêbwar Teha, perlemantar ji firakisyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) di perlemana Îraqê de ragehdan: divê her çar pêkhate yên serkî yên Kerkûkê biryar li ser dahatî ya wê parêzgehê bidin. Çunku wek tekez kirî, bi bê rêkkevtin perleman amade nîye ti biryarekê li ser wê parêzgehê bide.

K24- Hewlêr

Rêbwar Teha, perlemantar ji firakisyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) di perlemana Îraqê de ragehand: Divê her çar pêkhate yên serke yên Kerkûkê biryar li ser dahatî ya wê parêzgehê bidin. Çunku wek tekez kirî, bi bê rêkkevtin perleman amade nîye ti biryarekê li ser wê parêzgehê bide.

Ew perlemantarê YNKyê aşkera kir, ti daxwazîyeke fermî araste ya serokatî ya perlemana Îraqê nehatîye kirin bo hilweşandina Civata Parêzgeha Kerkûkê.

Amaje bi wê yekê jî da, ku çend perlemantarekan di mêdyayan de daxwaza hilweşandina Civata Parêzgehê kiribûn û Ew daxwazî arasteya perlamanê nehatîye kirin.

Çend rojin li vir û li wir behsa wê yekê dihê kirin ku hilmeteke wajû komkirinê  ji alîyê Erebên Sunne ve, di perlemana Îraqê, de dest pêkirîye, ev jî wek hewleke bo hilweşandina Civata Parêzgeha Kerkûkê û veman Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser wî bajêrî, di posta xwe ya niha de.