Akar: Me daxwaza Amerîka ya derbarê S-400 de qebûl nekir

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, wan daxwaza Amerîka ya bo paşxistina rêkeftina S-400 qebûl nekirine û ji ber vê xwe ji bo dorpêçiyên Amerîkayê amade dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, wan daxwaza Amerîka ya bo paşxistina rêkeftina S-400 qebûl nekirine û ji ber vê xwe ji bo dorpêçiyên Amerîkayê amade dikin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi nûnerên Enqere yên medya Tirkiyê re civiya. Da zanîn, ew ti pêwendiyê di navbera rêkeftina S-400 û nedana firokeyên F-35 de nabînin û di rêkeftinê de jî xaleke weha nîn e.

Akar got, heta niha 4 firokeyên F-35 radestî wan hatine kirin û 47 leşker û pîlot jî li Amerîka li ser wan perwerde dibin û meha Mijdara bê dê yekemîn firoke bigihe Tirkiyê.

Da xuyakirin, Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku kirîna S-400 paş bixe, lê ew jî dibêjin rêkeftin temam bûye û îmze hatine avêtin, veger nîne û bi Rûsyayê re jî pêwendiyên wan baş in.

Akar got, Tirkiye di vê çarçoveyê de bo dorpêçên Amerîka jî amadekariyên xwe kirine.

 

S. B