Rapirsîyên dawî bo hilbijartina Stenbol

Bi nêzîkbûna hilbijartina şaredariya Stenbolê ve ku 23ê Hezîranê dê bê kirin, hin kompanî jî rapirsiyên xwe eşkere dikin. Li gor pêşbiniya hin rapirsiyan Ekrem Îmamoglu kandîdê CHP bi 2 pûan di pêşiya hevrikê xwe yê Bînalî Yildirim ê kandîdê AKP ye û bi rêjeya nêzî ji%52 bi ser dikeve. Berpirsên kompaniyan li ser vê encamê balê dikêşînin ser karîgeriya dengdêrên Kurd.

K24-Istanbul

Bi nêzîkbûna hilbijartina şaredariya Stenbolê ve ku 23ê Hezîranê dê bê kirin, hin kompanî jî rapirsiyên xwe eşkere dikin. Li gor pêşbiniya hin rapirsiyan Ekrem Îmamoglu kandîdê CHP bi 2 pûan di pêşiya hevrikê xwe yê Bînalî Yildirim ê kandîdê AKP ye û bi rêjeya nêzî ji%52 bi ser dikeve. Berpirsên kompaniyan li ser vê encamê balê dikêşînin ser karîgeriya dengdêrên Kurd.

Hilbijartina şaredariya Stenbolê ku 23ê Hezîranê wê pêk were, di rojeva siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de wek mijara herî girîng cîh digire. Li ser encama hilbijartinê ji aliyê kompaniyên cuda ve hin rapirsî tên kirin. Li gor çend rapirsiyên nêzî hikûmetê Ekrem Îmamoglu namzedê CHP yanê yê opozîsyonê bi 2 û 3 pûan li pêşiya hevrikê xwe yê Bînalî Yildirim ê namzedê AK Partî yê ye.

Îhsan Aktaş-berpirsê kompaniya rapirsiyê yê GENAR, dibêje: Rêjeya dengê CHP ji%35 e, lê ligel piştgiriya HDP û Îyî Partî rêjeya dengê wê dibe %49. Îmamoglu destpêkê gelek paş de bû lê ji ber hin gotinên partiya dijberê wî û bi performansa xwe niha bi 2 pûan di pêş de ye.

Sedema sereke ya pêşketina Îmamoglu piştgiriya dengdêrên HDPya ku namzet nîşan nedabû ji hêla berpirsên kompaniyan ve tê destnîşankirin.

Mihemed Alî Kulat-berpirsê kompaniya rapirsiyê yê MAK, got: Di nav hilbijêrên Stenbolê de ku hejmara wan wek derûdora 10 milyon û 500 hezar tên eşkerekirin rêjeya dengen Kurdan ji%21 e. Jê ji%13 yên HDPyî ne û van a yekser dengê xwe didin Îmamoglu. Yên mayî jî bere deng didan AK Partî lê ji ber gotinên netewperest aciz in û loma deng bi kar neanîn.

Îmamoglu di civîneke ligel rojnamevanan de ji bo pirsa me ya der barê mijarê de ragihand fîkrekî wan li ser eşkerekirina encaman niha nîn e.

Ekrem Îmamoglu-namzedê CHP ê Şaredariya Stenbol, got: Gava ji min pirsa rapirsiyek we li ser hilbijartinê heye yan na dipirsin ez dibişirim kêfa min zêdetir dibe. Bersiva pirsa we li ser rûkeniya min hûn dikarin bibînin. Lê niha teqez tişkî naxwazim bêjim bo encama hilbijartinê.

Ekrem Îmamoglu û Bînalî Yildirim her du namzedên hêzdar 16ê Hezîranê di weşaneke hevbeş de wê werin hemberî hev. Li gor çavdêran, di vê weşanê de helwest û performansa kandîdan karîgeriyeke mezin li ser encama hilbijartinê wê bike.