Projeyeke mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê destpê dike

Li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê projeyeke mezin û stratejî li Herêma Kurdistanê destpê dike û pirsgirêka ava giran ya bajarê Hewlêrê çareser dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê projeyeke mezin û stratejî li Herêma Kurdistanê destpê dike û pirsgirêka ava giran ya bajarê Hewlêrê çareser dike.

Îro li Hewlêrê rêûresma îmzekirina girêbesta çakirina karta xizmetguzariyê li Herêma Kurdistanê birêve çû.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wezareta wî îro rêkeftinek bi Ajansa Jabonyayê bo Hevkariya Navdewletî (Cayka) re ji bo çakirina karta xizmetguzariyê li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê îmze kir.

Diyar kir jî, ev girêbest di çarçova qerza Japonyayê ji Iraqê re hatiye îmzekirin û yek ji xalên wê, dirustkirina kenalên jêrzemînê ên ava giran li bajarê Hewlêrê ye.

Pêştir Tokyoyê ragihandibû, pareke Herêma Kurdistanê ji qerzê Japonyayê bo Iraqê re heye.

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî diyar kir, projeya dirustkirina kenalên ava giran li Hewlêrê, li ser 4 qonaxan dibe û 77 mehan dirêj dike. Ev proje dê hemû metirsiyên tenduristiyê û jîngehê bidawî bike.

Ev proje di çarçova hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo çakirina jêrxaneya xizmetguzariyê de tê.

 

S. B