Grûpên çekdaran mal û milkên Serê Kaniyê talan dikin

Grûpên çekdar yên bi artêşa Tirkiyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, mal û milkên welatiyan li bajarê Serê Kaniyê talan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar yên bi artêşa Tirkiyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, mal û milkên welatiyan li bajarê Serê Kaniyê talan dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar li bajarê Serê Kaniyê bi talankirina mal û milkên xelkê berdewam in û grûpa Ehrar El Şerqiyê, Cebhet El Şamiyê û Sultan Murad mal û milkên xelkê bajêr ên ji ber êrîşê koçber bûne talan dikin û kelûpelên di nava malan de didizin.

Rewangehê diyar kir jî, ji dema derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji bajarê Serê Kaniyê re, mîna rewşa bajarê Efrînê lê hatiye û grûpên çekdar rojane bimpêkirinan di derheqê welatiyan de dikin û malbatên xelkl biyan lê di malên xelkê bajêr de bicih dikin.

Ji aliyê xwe ve, Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê berî çend rojan diyar kiribû, li Girê Spî û Serê Kaniyê bi tometa endamtiya YPG û PKK 104 kes hatine binçavkirin.

 

S. B