Li Ezazê teqîn.. 8 kes hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Ezazê yê li rojhilatê bajarê Efrînê teqînekê rû da û di encamê de 8 kes hatin kuştin.
Çalakvanên Ezazê belav kir, otombîleke bombekirî li pêş dadgeha bajarê Ezazê teqiya û di encamê de 8 kes hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bûn.
Bajarê Ezazê 20 K.M li rojhilatê bajarê Efrînê ye û di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve de ye.
S. B