Tirkiya: Emerîka hewil dide Mezlûm Ebdê bike keseke yasayî

Wezîrê navxweyî yê Tirkiya dibêje: Emerîka hewil dide Mezlûm Ebdê bike keseke yasayî.

K24- Hewlêr

Wezîrê navxweyî yê Tirkiya dibêje: Emerîka hewil dide Mezlûm Ebdê bike keseke yasayî.

Sulyman soylu, bo rojnameyên Tirikya axivt û dazanîn, ku YPG (Yekîne yên Paraztina Gel) ketîye bin kontirola Emerîkayê û Emerîka dixwaze fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Mezlû Ebdê bike keseke yasayî.

Got jî: Di nvabera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Mezlûm Ebdê de nakokîyên mezin hene. Pêwîst bû PKK piştîvanîya hewlên Emerîkayê kiriba di piştîvankirina hMezlûm Ebdê de, lê nake û xwe ji Mezlûm Ebdê bixwedî dernaxe.

Herweha got: PKK nerazîye ku Emerîka di hemû operasyonên xwe li Sûriyê bi Mezlûm Ebdê re danûstandinan dike. di dema operasyona Efrênê de jî, PKKyê hemû hêzên xwe yên Qendîlê vekişandin daku berpirsyartîya şikestina Efrînê bixe stûyê Mezlûm Ebdê de.