Hevserokên Şaredariya Mêrdînê pesend wergirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Namzetên HDPê yên Bakurê Kurdistan yên bajarê Merdînê Ehmed Turk û Figen Altindag pesendên xwe wergirtin.
Hevserokê Bajarê Mêrdînê Ehmed Turk û Figen Altindag îro pesendên xwe yên Serokatiya Şaredariya Mêrdinê ji Komisyona Bilind wergirtin.
Ehmed Turk di dema wergirtina pesendan de, axftinek kir û got, ew gelek spasiya gelê Mêrdinê dikin û ewê xizmeta gelê xwe bê cudahî berdewam bikin.
Hevserokê Bajarvaniya Mêrdinê Ehmed Turk da zanîn: Ewê projeyên avadankirin û geşepêdanê,berdewam bikin.
Turk dibêje: Tirkiye di demek gelek nazik re derbas dibe, ewê ji bo demokrasiyê dengê xwe bilindtir bikin.
S. B