Kurdistan24 - li rojavayê Kurdistanê, carek din liser karê xwe ye

Rêveberiya Xweser rê li ber karê tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê vekir...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser rê li ber karê tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê vekir.

Nivîsingeha Ragihandinê ya  biser Rêveberiya Xweser ve îro di daxûyaniyekî de ragihand,  bi bawreya Rêveberiya Xweser bi giringiya  rola ragihandinê di avakirina civakê de û piştevaniya wan ji ragihandina veguhestina rastiyan re, wan biryar da, ku tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê karê xwe berdewam bike. Ew jî, di çarçoveya pabendibûna wan bi  prênsîbên karê ragihandinê, û dûrkirina wan ji binpêkirina mafê her welatiyekî.

Ev bêtir ji mehekî bû, ku Rêveberiya Xweser karê tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê ragirtibû. Di hefteya borî de Rêveberiya Kurdistan24  liser wê gav a Rêveberiyê biryara girtina nivîsingehên xwe li rojavayê Kurdistanê da bû. Ragirtina karê tîma Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê rastî rexneyên berfereh liser ast a tevayiya Kurdistanê û qada navneteweyî berbiçav hat. Piştgiriya xwe ji Kurdistan24 re diyar kirin.