Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyê tekeziyê li ser pêwendiyan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Balyozxaneya Tirkiyê li Iraqê bi serokatiya Balyoz Fatîh Yildiz kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Balyozxaneya Tirkiyê li Iraqê bi serokatiya Balyoz Fatîh Yildiz kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî li Hewlêrê Hakan Kereçay amade bû, Balyozê Tirkiyê li Iraqê pîrozvahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê di kabîneya nû de jê re xwast û got: “Hêvîdar in destbikarbûna kabîneya nû bibe destpêka qonaxeke pirxweşguzar ji xelkê Herêma Kurdistanê re û pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir geş bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî li şanda mêvan kir û got: Hêvîdar in pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi taybet di warê aborî de berdewam û bihêztir bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya ferehcureyîkirina aboriya Herêma Kurdistanê kir, bi awayekî ku girîngî bi kartên çandinî, pêşesazî û geştûguzariyê bê dayîn û dahata Kurdistanê ne tenê yek jêder be û got: Zemîneyeke libartir ji bo webirhênana navxweyî û biyanî peyda dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe jî derbirî, ku ji encama bombebarana navçeyên sînorî xelkê sivîl dibin qurbanî. Daxwaz kir jî, hemû alî rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin û nebin sedema gihandina ziyanê bi welatiyên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê daxwaz kir jî, asankarî ji bo geştkirina welatiyên her du aliyan bê kirin û li firokxaneyên Tirkiyê jî welatiyên Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêk û astengiyan nebin.