Êsper: Wek hêzeke bejahî, HSD hevpişkek giring e

Serok erkanên hêzên hevpişkên Emerîkayê ragehand: Heke ew li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kar nekin di şerê dijî Daişê de, careke din Daiş dê vegere deverê.

K24- Hewlêr

Serok erkanên hêzên hevpişkên Emerîkayê ragehand: Heke ew li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kar nekin di şerê dijî Daişê de, careke din Daiş dê vegere deverê.

Komîteya Hêzên çekdar di Civata Nwênerên Emerîkayê de, li gel wezîrê berevanîya Emerîkayê Mark Êsper û serok erkanê Hêzên Hevpişkên Emerîkayê, Mark Mîlî civîya.

Di wê civînê de, Mark Mîlî ragehand, bo ji navbirina Daişê, divê ew berdewamîyê bidin karê xwwe li gel hêzên Îraqî û HSDyî li deverê. Bi gotina wî, ew alîyêne ewên ku zanîyarîyan pêşkêşî wan dikin û lêdanan pêk dihînîn.

Mîlî tekez kir, heke ew di wî karî de şikestê bihînin, rêkxistina Daişê careka dî dê vegere û careka dî dê bibe gef li ser berjewendîyên Emerîkayê.

Ji alîyê xwe ve, wezîrê bergirîya Emerîkayê ragehand, erkê wan yê sereke ji navbirina yekcarîya Daişêye û ew li gel hêzên Sûriya Demokrat evî karî dikin. Bi gotina wî HSD hevpişkek giring bû wek hêzeke bejahî ku bikare li ser erdê şer bike.

Êsper got jî: Ew piştîvanîya asamanî û zanyarîyên hewlgirîyê ji HSDyê re peyda dikin daku alîkarîya wan bike bo ji navbirina Daişê.