Yarsanî cejneke dîrokî ya netewa Kurd pîroz dikin
K24 – Kirmanşan
Bawermendên Yarisanî li Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Cejna Xawenkar (Xwediyê Kar) pîroz kirin.
Bawermendên ola Yarî, ku li Rojhilatê Kurdistanê bi “Yarisan” û li Başûrê Kurdistanê bi “Kakaî” tê naskirin, salane di Cejna Xawenkar de, salvegera berxwedana Yarên Sultan Sehak (Ishak Berzencî kurê Şêx Îsa kurê Baba Hemedanî) li dijî neyar û dagîrkeran, bi rêûresmeke taybet a Kurdewarî pêşwaziya germ li wê roja mezin û dîrokî dikin.
Cejna Xawenkar, yek ji cejnên kevin û dîrokî yên netewa Kurd e, Yarisanî jî rêz lê digirin û wê wek nirxeke netewî dibînin.
Tembûr bi sazê ola Yarisaniyan tê naskirin û hevdem ligel jenîna wê amûrê, awazên olî dixwînin û wê cejnê bilind bilind radigirin.
Piraniya bawermendên Yarsan di roja cejnê de diçin gundê Tûşamî yê Kirmanşanê, bo serdana tekeya Asey Birakî Heyderî û rêberê olî dibînin û wê çejnê li hev pîroz dikin.
Rêberê ola Yarsan, kesekî li hember parastina jîngeh û karesatên mirovî yên li Îran û taybet li Kurdistanê rû didin û ji wan jî karesata Şingalê, xwedî helwest bûye.
Yarsanî mezintirîn kemînaya olî li Îranê ye, lê ji aliyê hikûmeta wî welatî ve bi fermî nayê naskirin.
S. B