Nexweşiya Demîrtaş di rojeva Tirkiye û Kurdan de ye

Li ser nexweşîna Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demîrtaşê zindanî û yekser sewqnekirina wî ya bo nexweşxaneyê bertek û nerazîbûn berdewam dikin. HDP dibêje Wezaretên Dad û Navxweyî yên Tirkiyeyê ji vê rewşa neyasayî berpirsyar in. Her wiha hiqûqnas û mafnas dibêjin, jixwe Demîrtaş bi awayekî derhiqûqî girtî ye divê yekser bê azadkirin û bo tendurustîya wî tiştên hewce bêne kirin.

K24- Enqere

Di 2yê Kanûnê da eşkere bû ku Hevserokê berê yê HDP Selahattin Demîrtaşê zindanî li girtîgeha Edîrneyê di 26ê Mijdarê da ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina hilmê ji ser hişê xwe ve çûye lê belê yekser wî sewqê nexweşxaneyê nekirine,pirsa çima Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê berpirsyarîya xwe bicih neanîye di rojevê de bi germî tê nîqaşkirin.

HDPya ku bi 2 şandeyên cuda serdana Demîrtaş kir, dide zanîn ku di serî da Wezaretên Dad û Navxweyî berpirsyarîya veguhestina bo nexweşxaneyê pêk neanîne û divê berpirsyar hesabê bidin.

Huseyîn Kaçmaz, parlamenterê HDPê yê Şirnexê got: "Heta ku Demîrtaş û hemû girtîyên sîyasî bêne azadkirin em ê li ber xwe bidin."

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Ozturk Turkdogan jî dibêje, divê li gorî mafên girtîyan yekser Demîrtaş bo nexweşxaneyê bihata sewqkirin, lê belê wezareta Dadê ji xwe ra hincetan peyda dike.

Ozturk Turkdogan, hevserokê ÎHDê dibêje:"Bi rastî gelek girtî hene ku rewşa wan a tendurustîyê xirab in, lê belê midaxeleya tibî bo wan nayê kirin. Jixwe Demîrtaş girtîyekê sîyasî ye û bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê ye. Divê yekser Demîrtaş bê azadkirin û bo başkirina tendurustîya wî hemû kar û bar bêne kirin. Ev berpirsyarîya dewletê ye. Her wiha divê hemû girtîyên nexweş jî bêne azadkirin."

Piştî bertek û nerazîbûna HDP û raya giştî Demîrtaş di 2yê vê mehê da bo nexweşxaneya Edîrneyê hat rakirin û bêyî ku di bin çavdêrîya bijîşkî da bimîne di

heman rojî da piştî çend tehlîlan bo girtîgehê hat şandin. Berpirsên HDPê bang li Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPTyê dikin ku li girtîgehên Tirkiyeyê lêkolînan bikin û binpêkirinên mafên mirovan raport bikin.