Tirkiye alavên leşkerî şandin ser sînorê rojavayê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê, Artêşa Tirk alavên leşkerî û otombêlên zirîpoş dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Karwanên leşkerî yên Artêşa Tirk, ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve tên şandin. Hêzên hê berê li Hatayê hatibûn bicîhkirin, ber Rihayê hatin şandin ku li gor agahiyê li berember Serêkanî û Girîspî tên bincîhkirin.
Hat ragehandin, digel tank û otombêlên zirîpoş, leşker jî bo deverê tê şandin.
Duhî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, ew dê di nav çend rojan de êrişî Rojhelatê Feratê bikin.
C.B