Heya niha pirsa temamkirina pêkhateya kabîneya hikumeta Bexdayê yek alî nebûye

Refîq Hilmîyê bavê wê jî yek ji kestaîyên xuyayên dîroka sîyasîya Kurde li başûr û le gel her yek ji Şêx Mehmûdê Hefîd û Mela Mistefa Barzanî xebat kirîye.

K24- Hewlêr

Ew dema hatîye destnîşankirî ji alîyê serok wezîrê Îraqê ve bo pêşkeşkirina kandîdan bo wan wezaretên bê wezîrin ber bi dawîyê diçe û heya niha jî Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê(YNK) li ser navê kesekê rêknekevtine bo wergirtina posta wezîrê Dad.  Eger rêk nekevin jî YNK bi tenê diçe berekanê ya wergirtina wê postê û wek ew dibêjin: Ezmûna hilbijartina serok komar dûbare dikin.

Heya niha PDK û YNK rêk nekevtine li ser kandîdekê bo wezareta Dad a Îraqê. Danûstandin berdewamin daku yek kandîd pêşkeşî serok wezîrê Îraqê  bikin û ew jî pêşkeşî perlemanê bike, lê hewl bê encamin. Heke PDK û YNK rêk nekevin YNK yek alî kandêdê xwe pêşkeş dike û kandîdê wan jî rawêjkarekê bilindê Mekteba Sîyasîya wan e. PDK jî,  ji egera rêk nekevtinê li gel YNKyê  serok wezîrê Îraqê serpişik kirîye ku ew bi xwe Kurdekî bo wezîrê Dadê pêşkeş bike.