Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza agirbestê ji aliyên Lîbyayê dike

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji herdu aliyên Lîbyayê kir, komîtekê ji bo ragihandina agirbestê pêk bînin û dest bi proseya siyasî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji herdu aliyên Lîbyayê kir, komîtekê ji bo ragihandina agirbestê pêk bînin û dest bi proseya siyasî bikin.

Encûmena Asayişa Navdewletî piştî Konferansa Berlînê ya taybet bo rewşa Lîbyayê civiya û di daxuyaniyekê de daxwaz ji herdu aliyên Lîbyayê kir, di demeke nêzîk de Komîta Serbazî ji her aliyekî 5 efser bin pêk bînin, ji agirbestekê rabigihînin û û dest bi proseya siyasî bikin.

Biryar e ev Komîta Serbazî ya li Berlîn rêkeftin li ser hatiye kirin, ji 5 efserên hikûmeta ji aliyê Netewên Yekgirtî ve dan pê hatiye dan û baregeha wê li Terablusê ye û 5 efserên hêzên Xelîfe Hefter ê rojhilatê Lîbyayê kontrol dike û ji meha Nîsana 2019an ve êrîşî Terablusê dike, pêk were.

Ji dema destpêkirina êrîşên Xelîfe Hefter li ser Terablusê di 4ê Nîsana 2019an de, Encûmena Asayişa Navdewletî nekariye bigihe biryarekê ji bo agirbest li Lîbyayê bê ragihandin û proseya siyasî destpê bike.

Xelîfe Hefter ji aliyê Rûsya, Îmarata Erebî û Misrê ve piştevanî lê tê kirin, Tirkiye û Qeter jî piştevaniyê li Hikûmeta Fayiz Serac dikin.

  

S. B