HDP liser rexneyên girêdayî rojavayê Kurdistanê, çi dibêje?
Piştî şerê li Rojava rû da, rexneyên li dijî HDPê jî tundtir bûn.
Tê gotin; HDPê nekarî di serdema şerê li Rojava de li bakur û Tirkiyê civakê derxe ser qadan û bendekê ava bike li dijî şer.
Rêveberên wê jî, di parastina xwe de didin zanîn, ku ev 4 sal in dewlet li dijî wan bi tundî tevdigere û nahêle 4 kes jî, li kolanan werin bal hev.
Rexnegîr dibêjin, HDP dikare liser mijarên cuda xwepêşandan û çalakiyan bike, lê liser rojavayê Kurdistanê bêdeng û lawaz man.
C.B