Termê şehîd Iskender Gerdî vegeriya Herêma Kurdistanê

Îro termê şehîd fermandarê Lîwaya 3 a Komando ya Fermandariya Pêşmerge Emîd Iskender Gerdî ji welatê Urdinê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê û bi rêwresmeke leşkerî pêşwazî lê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 9ê Gulanê Emîd Iskender Gerdî di dema rahênana li Fêrgeheke taybet a hêza Pêşmerge de birîndar bû û piştî wergirtina çareseriyên seretayî li naxweşxaneya Firyarketinê ya Hewlêrê, bo welatê Urdinê hate veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî, duhî 12ê Gulanê şehîd bû.

Bi gotina hevsenger û kesên nêzîkî Emîd Iskender Gerdî, ew yek ji fermandarên wêrek û qehreman nû û di rola wî ya berçav di rûbirûbûna terorê û parastina xaka Kurdistanê de hebû.

Pismamê şehîd, Ednan Gerdî ji K24ê re ragihand, piştî rêwresma leşkerî ya li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, termê şehîd Emîd Iskender Gerdî li gundê Girê Arebê yê li derdora Hewlêrê bi xakê tê spartin.

S. B