Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazîyê li şanderê wezareta derve ya Elmanîyayê dike
K24- Hewlêr
Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Fîlîp Ekriman, berpirsê pişka sîyasî di wezareta derve ya Elmanîyayê û şandê pê re.
Di dîdarê de, rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û deverê gengeşe kirin, tekez jî kir li ser giringîya berdewamîya hevkarîyan û hevahengîyê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetîli pirsa berengabûna terorê û gefên Daişê.
Hewlên Herêma Kurdistanê bo hêwirkirin û damirkandina rewşa Îraqê û deverê û baştirkirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Îraqê de û çareserkirina bingehîya arêşeyan li ser binemaya Destûrê, tewereka dî ya civînê bû.