Husam Zekî: Tirkiye û Îran beramberî cîhana Erebî, xetên sor derbas kirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî, krîzên li cîhana Erebî rû didin, heta radeyekê bi destweranên Îran û Tirkiye ve girê da û diyarkir, ku Tehran û Enqere sînorên sor derbas kirin e.
Husam Zekî di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Şerq al Awsat anî ziman, ku rewşa welatên Ereb ên îroyîn gelek hestyar e û nêzîkahiya çareseriyê jî, divê di çarçoveyek zanistî de be.
Ligor Zekî, welatên Îran û Tirkiye bi destwerdanên xwe di krîzên welatên Ereb de, xetên sor derbas derbas kirin e. Wekî Komkara Erebî, wan kiryarên van her du welatan rexne kirin e û dê berdewam jî, bikin. Heta ku, ev her du welat destî xwe ji nav krîzên welatên Ereb bikşînin.
C.B