Serkirdayetiya ENKS li Hewlêrê di civînê de ye

Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) dicive û dawî rewşa li Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê û komên çekdarên biser ve , gotûbêj dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) dicive û dawî rewşa li Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê û komên çekdarên biser ve , gotûbêj dike

Nûçegihanê Kurdistan24 li Hewlêrê ragehand, Serkirdayetiya ENKSê bi serokatiya Siûd Mele û endamên Desteya Serokatiyê, berpirs û endamê desteya peywendiyên derve civiyan. Îro jî, civîna wan berdewam dibe.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif ji Kurdistan24 re got , di civînên wan de rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê û girupên pêre , herweha çarenivîsa gelê Kurd ji van rêkeftnên ku têne kirin û peywendiya wan bi opozsyona Sûriyê û mijara destûrê , gotûbêj dikin.

 

 

C.B