YE dixwaze Îran pabend be, û Îran jî amdeye li gel Emerîka bi merc danûstanan bike

Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Îranê dike, ligorî Rêkeftina Etomî reftarê bike û çalakiyên Etomî rawestîn e.

K24- Hewlêr

Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Îranê dike, ligorî Rêkeftina Etomî reftarê bike û çalakiyên Etomî rawestîn e.

Maya Kosyançîç, Peyvdara berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Iranê kir, pabendî Rêkeftina Etomî be û ragehand jî, Ewropa vê rêkeftinê, bo asayîşa navçeyê û cîhanê bi giring dizan e û hewla parastinê dide. Bo vê mebestê jî, Nûnerê Serokê Frensa seredana Iranê dike

Ji alîyeke din ve Hikumeta Îranê eşkere dike, ku liser Pirsa Atomî ya welatê xwe ligel Yekîtiya Ewrûpayê di danûstandinan de ye, û diyar dike, Amerîka bi mercê rakirina dorpêçan liser Tehranê, dikare beşdarî danûstandinan bibe.

'Elî Rebî'î, Peyvdarê hikumeta Îranê eşkere kir, ku eger yekgirtina xelkê Îranê neba,  Amerîka êrîşî Îranê dikir.

Rebî'î derbarê Pirsa Atomî ya welatê xwe dibêje, hevawayê Yekîtiya Ewrûpayê pabendî Rêkeftina Atomî dibin û meyandina zêdetir a Ûranyom, di berjewendiya welatê xwe de  dizane û eşkere dike, ku niha ligel Ewrupîyan di danûstandinan de ne.