Serok Barzanî rola mamosteyên olî li Kurdistanê bilind dinirxîne

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 49emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 49emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li serok û tevahiya berpirs û endamên wê dezgehê kiriye û gotiye, damezirandina Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve pêngaveka bi bandor bû bo hevgirtin û pêşxistina rola mamostayên ayînî di sores û jiyana siyasî û civakî ya gelê Kurdistanê de her wiha bihêzkirina pîvanên pêkvejiyan, xudanasî li Kurdistanê.

Serok Barzanî her wiha gotiye, mamostayên ayînî di hemû qonaxan de ew rola xwe bi awayekî hêja lîstine û gelek zehmetî dîtine, ji ber wê jî hêjayî hurmeta her kesî ne.

 

S. B