Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir

Cîgirê Wezîrê Bergiriya Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û ligel fermandarên Artêşê civiya...

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Bergiriya Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û ligel fermandarên Artêşê civiya.

Hatiye belav kirin, ku Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê Lîwa Elî Salih roja Duşemiyê gihiştiye firokxaneya bajarê Qamişlo û li Fewcê Terteb ligel fermandarên artêşa xwe re civiya ye. Piştre seredana bajarê Hesekê kiriye û li wir jî, li Çiyayê Kewke ligel fermandarên artêşê re civiya ye.

Li gor zanyariyên hatine belav kirin, wî fermandarî, daxwaza avakirina xalên nû yê çavdêrî û bergiriyê kiriye.

Hikûmeta Sûriyê du fewcên wê  li bajarê Qamişlo û Hesekê hene,  herwiha du çargoşeyên ewlekariyê li her du bajaran di jêr destê wê de ne, ku firokxane û hejmareke damûdezgehên giring ên dewletî li xwe digre...

 

 

 

C.B