Çîroka şehîdbûna keçeke wênegir di teqînên Qamişlo de

Zozan Ebdilqadir dema teqîna yekem rû dabû, wêneyan digirtin, lê di teqîna duyem de ligel hevala xwe şehîd bû.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di teqînên roja 11 Cotmehê li Qamişlo de 6 kes şehîd bûn û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndar bûn. Yek ji qurbaniyan jî, keçeke 18 salî ya bi navê Zozan Ebdilqadir bû, dema teqîna yekem rû dabû, ligel hevaleke bo medyayî wêneyan digirtin, lê di teqîna duyem de ligel hevala xwe şehîd bû.

Zozan Ebdilqadir berî 4 mehan kamîreyek kirî, ji bo bûyer û dîmenên li Rojavayê Kurdistanê rû didin tomar bike, roja 11ê vê dema teqîna yekem li Qamişlo rû dabû, bi hevala xwe re gihîşt cihê bûyerê bo dîmenan bigirin, lê piştre teqîna duyem rû dide û Zozan û hevala xwe di wê teqînê de şehîd dibin.