Fireokeyên Rusya û Suriyê kempeke awareyan burdûman dike
K24- Hewlêr
Bi egera burdûmana kempeke awareyan li Idlibê ji alîyê firokeyên Rûsya û Suriyê, 13 welatî hatin kuştin.
Rewengeha Suriyê bo Mafên Mirovan ragehand, şeva burî firokeyên Rusya û Suriyê Kempeke awareyan li bajaroka Has li derdorê Idlbê burdûmankirin û bi egera wê jî 13 welatî hatin kuştin ku çar ji wan zaro ne û hejmareke din jî birîndar bûne.
Herweha Rewangeha Suriyê ragehandîye, bi egera burdûmankirina gundê Xedefe li derdorê Mire Nûiman û bajarokê Erîha li derdorê Idlibê dû zaroyên din hatin kuştin û 23 welatî yên din jî birîndar bûn.