Xalid Şiwanî: Komîteya asayîkirina rewşa Kerkûkê gehiştîye qonaxa biryardanê
K24- Kerkûk
Evro li Bexdayê bi çavdêrîya Yonamî careka din civînên komîteya asayîkirina rewşa Kerkûkê despêkirin.
Li ser evê yekê Xalid Şiwanî, endamê komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê ragehand: Zêdetir ji sê mehane bi çavdêrîya Yunamî û bi hevahengî li gel hikumeta Îraqê û bi amadebûna nwênerê Partîya Demukrata Kurdistanê zincîre civînek hatîne encamdan.
Got jî: Amanc ji van civînan asayîkirin û çareserkirina rewşa serbazîya, asayîşî, rêvebirin û arîşeyên zevîyên çandinê ne li Kerkûkê.
Li ser encamên civînan jî Xalid Şiwanî ragehand: Civînan pêngavên giring havêjtine, nemaze di dosêya serbazî û asayîşî de û gehiştine qonaxa biryaradanê.